image

PeyamaKurd – Li Misirê bi karwaneke biheybet û merasîmeke mezin, Mumyayên 22 qral û şahên Misira Kevin hatin veguhestin.

Li Misirê 3yê Nîsanê bi awayekî girseyî mumyayên 22 qiral û şahên Misira Kevin ku 18 ji wan ên şahên mêr û 4 jî yên şahên jin bûn, hatin veguhestin.

Mumyayên qralan zêdetirî sed salan li Muzexaneya Misirê ya li meydana Tehrîr ya Qahîrayê bûn.

Ew mumye bi merasîmeke mezin ber bi Muzexaneya Niştîmanî ya Şaristaniya Misirê ku li taxa Festat a Qahîreyê ye, hatin şandin.

Mumyayên qral û şahên Misira kevnar bi heybet hatin pêşwazîkirin û Serokê Misirê Ebdul Fetah El Sîsî jî beşdarîya merasîmê kir.

Dema karwana muyeyan gihîşt muzexaneyê 21 guleyên bixêrhatinê hatin berdan ku di wê şahiya derverêz de gelek kesayetên navdar ên Misirê jî amadehî kirin.