image

PeyamaKurd - Li Bakurê Kurdistanê bo zarokên Kurdan fêrî ziman û çanda xwe bibin, ji aliye kompanyayeke Kurdî projeyeke mezin ya bi navê (Bêjan) hati amadekirin. Ev yekem lîstika elektronîk a bi Kurdî ye.

Proje ji fîlmê karton û pirtûka fêrkarî û lîstokên zarokan pêk tê. Herwiha yekemîn car e lîstokeke elektronîk bi zimanê Kurdî tê amade kirin. Proje bi awayekî hatiye amadekirin ku alîkariya xelkên biyanî jî dide bo xwe fêrî Kurdî bikin.

Ev proje ji aliyê kompanya Erkam Soft ve hatiye amade kirin ku xwediyê wê Kurd e û gelek karmendên wê jî Kurd in. Kompanya li bajarê Batmanê ye, lê belê zêdetirê karên xwe li bajarê Diyarbekirê bi rê ve dibe. Kompanya sala derbasbûyî hatiye damezrandin, îsal ji aliyê Hikûmeta Tirkiyê ve destûra karkirinê wergirtiye.