image

PeyamaKurd – Duyemîn Festîvala Sînemaya Navnetewî ya Kurtefîlman a Kerkûkê ku biryar bû di navbera rojên 13-14ê vê mehê de were lidarxistin, hat bipaşxistin.

Beriya niha hatibû ragihandin ku wê festîval îsal bi awayekî asayî digel wergirtina rênimayên tenduristiyê bê lidarxistin.

Berpirsê festîvalê Serdar Zengene ragihand: “Biryar bû rojên 13 ê 14ê vê mehê ango sibe û du sibe li salona Navenda Rewşenbîriya Kerkûkê duyem festîvala kurtefîlmên sînemayê ya Kerkûkê birêve biçûya, lê ji nişkave doh biryar hate dayîn salona Navenda Rewşenbîriya Kerkûkê bo demeke nediyar hatiye daxistin û ti çalakiyek tê de nayê kirin. Ez nikarim ti axaftinekî li ser vê yekê bikim ku ew navend çima û ji aliyê kî ve hate daxistin. Lê bi rastî derbeyeke mezin li me ket, ji ber wê jî me îro biryar da ku festîvalê bo demeke nediyar bi paş bixin.”

Li gor nûçeya BasNewsê Zengene gotiye: “Me hemû amadekarî kiribû ji bo festîvalê û gelek pare jî me xerc kir û me gelek hunermend vexwendin, lê niha ew navend hatiye daxistin û me jî bi naçarî festîval paş xist. Ev duyem care ev festîval tê paşxistin, berî niha jî ji ber biryara şaneya krîzên Kerkûkê ku biryar dabûn kombûn û çalakî hemû bên rawestandin û vê carê jî ji ber daxistina vê navendê me paşxist û vê yekê em gelek nîgeran kirin”