image

PeyamaKurd - Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê ragihand ku ew dê di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî de, weke neteweya Kurd serî li UNESCOyê bidin.

Di daxuyaniya rojnamevanî ya HEZKURDê de hat diyarkirin, “Li gorî civîna Neteweyên Yekbûyî ya 18ê Kanûna 1992yan û biryara hejmar 47/135an, kesekî ku endamê neteweyek, dînek û nasnameyek kêmjimar be, mafê wî yê daxwazkirina perwerdeya bi zimanê dayikê heye û hemî dewlet di pêkanîna vî mafî da berpirsyar in.”

HEZKURD dibêje, “Zimanê dayikê mafekî îlahî, mirovî û xwezayî ye. Neteweyek bi zimanê xwe heye û ger neteweyek zimanê xwe wenda bike, ew netewe jî bi temamî têk diçe û wenda dibe. Ji ber vê rastiyê, divê her kesayetek li zimanê xwe xwedî derkeve û zimanê xwe fêrî zarokên xwe bike, da ku ziman bigîhêje nifşên paşerojê jî.”

Di berdewama daxuyaniyê de hatiye gotin: “Divê bê zanîn ku, ziman ne amûrek sîyasî ye û nabe ku bibe darê destê siyaseta rojane jî. Û pêwîste her Kurdek, ji kîjan partî û rêxistinê dibe bila bibe, divê mafê zimanê xwe biparêze û zimanê xwe ji hemî pevçûn û gengeşeyên siyasî dûr bixe. Tê zanîn ku, di peymanên Dewletên Yekbuyî de, di pirtûkên olî yên pîroz de û li hemî qadên cîhanê de, daxwaza zimên û mafê zimanê dayikê  mafekî rewa ye. Qedexekirina zimanekî û hewlên ji bo bişavtina zimanekî, binpêkirina mafê mirovan e. Bi hêviya ku hûn li hemî qadên jiyanê de bi zimanê xwe biaxivin û xwedî lê derkevin, em dibêjin 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê Cîhanî li we pîroz be.”

HEZKURDê herwiha ayeteke Qûranê jî bibîr xist û wiha pê de çû: “Sûreya Rûm, Ayeta 22 yan: Afirandina erd û asîmanan, cûda afirandina reng û zimanê we, nîşaneya hebûna Xwedê ye. Kesên ku hişê wan heye, divê di vî dîmenê da hêz û hebûna Xwedê bibînin.”