image

PeyamaKurd – Koma Rapbêjên Kurd BTN bi mebesta Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê 21ê Sibatê, straneke bi zaravayê kurmancî û kirmançkî belav kir.

Di stranê de asîmilasyon û astengên li pêşiya zimanê kurdî têne bibîrxistin û di stranê tê gotin; “Ey! Zimanê bav û kalan, Tu nirxê herî pîrozî bêgûman, Yên dibên tu tuneyî tu ne dewlemendî,  Ezê ji deryaya te, Pêl bi pêl biherikim li ser wî.”

Dîsgotinên stranê ji aliyê Ugur Sermiyan ve hatine amadekirin û gotin, aranjoriya stranê jî Harun Eyup Polat kiriye.

 Koma BTN a Rapê xwe wekî nifşê nû yê kurdî dibîne û dibêje, ew dê rapbêjiya kurdî berdewam bikin.