image

PeyamaKurd – Saziya Zimanê Tirkî (TDK) bersiv da Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku beriya niha 10 daxwaz jê kiribûn.

Serokê TDKê Prof. Dr. Gurer Gulseven bi daxuyaniyekê bersiv da Berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî û got, ew li gorî qanûnên diyarkirî kar dikin û xebateke nû li ser zimanê Kurdî nafikirin.

PZKê 8 vê mehê di daxuyaniyeke rojnamevanî de bi 10 daxwazan bang li TDKê kiribû û xwestibû nûnertiyên TDKê li bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Diyarbekirê bên vekirin û lêkolînerên kurdî bên îstihdamkirin û xebateke berfireh li ser ferhenga Kurdî-Tirkî were destpêkirin.

Di bersiva xwe de TDKê diyar kiriye ku ferhangeke Kurdî-Tirkî sala 2014an hatiye çapkirin û ti xebateke nû bo ferhengê nafikirin.

TDK herwiha ji ber nêrîn û pêşniyarên PZKê spasiyê lê dike û bibîr dixe ku li gorî qanûna TDKê ew tevdigerin.

PZKê ji bilî xebata ferhenga kurdî daxwaz ji TDKê kiribû li Diyarbekirê nûnertiyekê veke, li Enqerê kursiyekî zimanê Kurdî bê avakirin û pisporsên kurdî werin îstihdamkirin.