image

PeyamaKurd – Fonda Diravan a Navdewletî (IMF) ragihand ku 81 welatan ji ber bandora vîrusa koronayê li ser aboriya wan serî li wan dane ku krediyê bidin wan.

Seroka IMFê Kristalina Georgieva, bal kişand ser rawestîna aboriya navdewletî bi sedema belavbûna vîrusa koronayê.

Georgievayê di hevdîtina ligel Serokwezîrê Bulgaristanê Boyko Borisov de ragihand ku 81 welatan daxwaza alîkariya pere li wan kiriye û ew dikarin 1 trîlyon dolaran belav bikin.