image

PeyamaKurd – Karsazên Çînî amadekariya veberhênanên mezin li Hewlêrê dikin ku vekirina  firoşgehên mezin (mall), bazar û avakirina bajarên geştiyariyê di nav projeyên wan de hene.

Rêveberê Giştî yê Veberhênana Hewlêrê Saman Ereb derbarê veberhênana Çînî li Herêma Kurdistanê ragihand, hefteya borî kevirê binyatê yê malleke mezin a Çînî ji aliyê Serokê Desteya Veberhênanê û Konsolê Çînê ve hat danîn.

Konsolxaneya Çînê li Hewlêrê roja destpêka wê projeyê li rûpela xwe ya Facebook got: “Ev proje dê hevkariya bazirganî û aborî ya di navbera Çîn û Herêma Kurdistanê de ber bi asteke bilindtir ve bibe. Em hêvîdar in ku kompaniyayên Çînî zêdetir bên Herêma kurdistanê da ku veberhênanê bikin û hevkarî û sûdê bigihînin gelê kurd.”

Di meha Îlona 2020an de, veberhênerekî projeyek bi 5 milyar Dolar pêşkêş kir, li ser wê projeyê Saman Ereb ji K24ê re gotiye: “Ew niha di qonaxa dawî de ye ji bo dabînkirina cihekî ji wê projeyê re. Hêvîdar in di demeke nêzîk de, kevirê binyadê ji wê projeyê re datînin.”

Rêvebirê Giştî yê Veberhênanê yê Hewlêrê dide zanîn, “Çîn li Kurdistanê di veberhênanê de dereng maye, lê me piştî guftûgo ligel Konsolxane û veberhênan kir, niha bi awayekî berçav tên Herêma Kurdistanê û dê bandoreke rasterast li ser vejîna sektora aborî û afirandina kar bike, ji bilî jî rûyekî wê ya din heye ku siyasî ye.”

Projeya herî mezin Çînî li Hewlêrê projeya “Happy City” ye ku ji aliyê kompaniya Pakin ve tê çêkirin û sermiyana wê 5 milyar Dolar e û li ser 2 hezar donim erd e.

Di projeyê de wê 8 hezar derfetên kar bên afirandin ku di projeyê de yekeyên geştiyarî, niştecihbûn, gol û projeyên din jî hene. Biryare projeya Happy City di nav 5 salan de were bicihkirin.