image

PeyamaKurd – Kompaniya herî mezin a Erebistana Siûdî Aramco, li Rojavayê Kurdistanê parzûngeha neftê ava dike.

Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî 20ê vê mehê hêzeke leşkerî ji bo avakirina rafîneriya petrolê ya Aramcoyê şandiye gundewarên navçeya Şedadî ya Hesekê û ew hêz gihîştiye Qada Emir a Petrolê.

Li gorî zanyariyan Aramco ya Siûdî li Hesekê û Dêrazorê du parzûngehên petrolê ava dike ku niha li ser wan dixebite.

Hat îdiakirin ku ev hewla kompaniya Aramco ya Siûdî bi agahdariya Amerîka û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) pêk tê ku dê HSD jî para xwe ji dahata petrolê bistîne.