image

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku berhemanîna wê ya petrolê ji sedî 10 a berhemanîna petrola Iraqê derbas nake, ragihand ku ew amade ye berhemanîna xwe kêm ji gorî rêkeftina welatên OPEC+ bike, heger Hikûmeta Federal mafê Herêma Kurdistanê bide.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotyar Adil îro 22yê Cotmehê li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rêkeftina welatên OPEC+ daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Dr. Cotyar Adil ya nivîskî di vê derbarê de wiha ye:

"Hikûmeta Herêma Kurdistanê li bin ronahiya biryarên “OPEC+” bi rengekî dadperwerane pabendî kêmkirina berhemanîna petrola xam bûye.

Aşkere ye, berhemanîna petrola xam li Herêma Kurdistanê di berhemanîna giştî ya Iraqê de ji sedî 10 derbas nake.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ti xema wê li ser kêmkirina berhemanînê li gor rêjeyeke dadwerane nîne ku li gel hikûmeta federal bê lihevkirin, li hember wê hikûmeta federal mafên Herêma Kurdistanê bide. Ji wê pereyên ku ji encama kêmkirinê ji dest dide, Herêm nikare karûbarên xwe birêve bibe û nikare jî xerciyên xwe yên sereke peyda bike. Di serê wan hemûyan de jî, mûçeyên fermanberan e. Herwiha budceya ku ji bo beşek ji qerebûya karmendan ji aliyê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal ve hatiye amadekirin, mehane ji 450 mîlyar daketiye 320 milyar Dînaran. Ev jî ji bilî daketina asta dahata petrolê ji ber bandora nexweşiya Koronayê (Covid-19) û neşandina mûçeyên karmendên Herêmê ji alîyê hikûmeta federal ve ji bo mehên Gulan, Hezîran û Tîrmeha 2020an.

Ev rewş ji hikûmeta federal dixwaze ku krîza aborî ya giran a li Herêma Kurdistanê ku ji Sibata 2014an û vir ve tê re derbas dibe, di ber çavan re derbas bike.

Hêjayî gotinê ye ku di 18-4-2020 an de di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de rêkeftinek pêk hat û şanda Hikûmeta Federal ku ji Cîgirê Serokwezîrê bo Karûbarên Enerjiyê - Wezîrê Petrolê bû û Şandeya Herêma kurdistanê jî bi serperştiya Wezîrê Darayî û Aboriyê bû û ew rêkeftin di konfiranseke rojnamevanî de hat ragihandin. Her du aliyan jî tekez kirin, ji bo diyarkirina rêjeya kêmkirina berhemanîna petrola xam li Herêma Kurdistanê divê bi awayekî dadperwerane be û li ser binemaya rêjeya koma kêmkirina berhemanîna petrola xam a Iraqê be û nebe sedemek ji bo ziyana madî ya zêdetir negihe Herêma Kurdistanê.”