image

PeyamaKurd – Piştî operasyona kuştina Fermandarê Hêza Quds a bi ser Pasdarên Îranê, Qasim Silêmanî ve, bazara petrolê jî dikele û rêjeya daxwazê zêde bûye ku ev jî bûye sedema bilindbûna nirxê petrola brent û bermîla wê sînorê 69 dolaran derbas kir.

Piştî ku roja Îna borî Silêmanî hat kuştin, nirxê petrolê 3 dolaran bilind bû û bandora xwe li ser bazarên zêr û zîv û sendeyên darayî jî kir.

Herwiha li aliyê din gefên tolhildanê ji aliyê Îranê ve û gefên Amerîkayê yên êrîşên nû bi ser armancên Îranê de, alozî kûrtir kir û bazarên petrolê jî pê dihejin.

Bandora herî mezin li nava bazaran ew bû ku nirxê petrola Brent  bi carkê bi rêjeya ji sedî 4 bilind bû û gihîşt 69 dolar û 20 sentan.

Li gorî nirxandinên pisporan, heger alozî berdewam bike dê nirxê petrolê li bazarên cîhanî hê jî bilindtir bibe.