image

PeyamaKurd- Bi sedema ku li seranserê dinyayê koronavîrus bandora xwe nîşan dide û belave ye, li seranserê dinyayê û li Amerîkayê nema kes tevdigere, erebeyan dajo an daxwaza wan bo petrolê heye. Bi wê sedemê jî bihayê petrola Amerîkayê ku heya niha li dora 60 dolarî bû, ewilî %50 daket û paşî hat 9 dolarî. Îro varêl daket 5 dolarî û paşî heya daket binê 1.50 dolarî. Niha kes petrolê nakire û belkî belaş e.

Li gor halê niha; stokên petrolê ber bi tijebûnê de diçin û ev jî sedemekiye bo daketina bihayê petrolê. Welatên hilberînerên petrolê yên OPECê, serê mehê hilberînê %10 daxistibûn lê ev daxistin têra parastina bihayê petrolê nekir.