image

PeyamaKurd – Avakerê Microsoftê Bill Gates bo şîrketa hewayî ya Brîtanî ya bi navê Signature Investmentê bikire ket nava bizavê. Hat ragihandin ku Gates bo bihayê şîrketa pirnetewe ya hewayî 4.3 mîlyar dolar pere teklif kiriye û gihane encamê.

Bill Gates bi şîrketa Cascade ya di bin sîwana Blackstonê Group ê re hevkarî kiriye û teklîfa li jorê daye.

Piştî Bill Gates behsa guherandina kêş û hewaya dinyayê kir û di pey de xwest şîrketa hewayî bikire, bû sedema bertekan. Li gor lêkolînan jetekî normal wexta difire, li gor serê jimareya rêwiyan 40 car zêdetir emîsyona wê ya carbonê heye.

Gates ragihandibû ku dê serê sibatê di derbarê guherandina kêş û hewayê (îklîm) de pirtûkekî belav bike.