image

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di merasima vekirina fabrîkakî de, ji xelkê re got ku dê roja înê mizgînekî bide lê negot bê mizgîn di kîjan mijarî de ye. Lê tora medyayê ya Amerîkayê Bloomberg News ragihand ku Tirkiyê li Derya Reş xaza xwezayî dîtiye.

Li seranserê dinyayê enerjiya ku tê bikaranîn, di navbera dewletan de bûye sedema gengeşe û aloziyan û hetta li serê şer dikin. Pêdiviya her welatî niha bi xaza xwezayî heye.

Serokê Tirkiyê Erdoğan dê roja înê behsa vê babetê bo raya giştî ragihîne bê ka çi mizgîne.