image

PeyamaKurd – Ajansa Reutersê ragihand ku BP ya Brîtanî ku piştî xiyaneta 16ê Cotmeha 2017an bi serokwezîrê Iraqê yê wê demê Heyder Ebadî re rêkeftin îmze kiribû bo petrola Kerkûkê, ji qada petrolê ya Kerkûkê vekişiya.

Ajans bi zarê sê çavkaniyan piştrast dike ku BPyê piştî bidawîbûna girêbesta 100 milyon dolaran bêyî ku ti rêkeftinekê bike biryara vekişînê daye û ji Kerkûkê vekişiyaye.

Herwiha berpirsekê bilind ê kompanîya petrola Bakur (NOC) ku serperiştîya proseya qadên petrolê yên Kerkûkê dike, vekişîna BP piştrast kir.

Tê gotin ku bi vekişîna yek ji kompaniya herî mezin a cîhanî ya petrolê BP re, derbeke mezin li hilberandina petrola Iraqê dikeve.

Beriya niha jî bi dawîbûna girêbesta ligel hikûmeta Iraqê re, BPyê di sala 2019an de karkerên xwe yên li qadên Kerkûkê vekişandibûn qadên petrolê yên herêma Kurdistanê.