image

PeyamaKurd – Budçeya Amerîkayê di sala malî ya 2020 an de bi giştî 3,1 trîlyon dolar kêm derket û bû deyndar. Di deyndariya budçeyê de para Kovid-19 ê gelek zêde ye.

Wezareta Xezînê ya Amerîkayê rêjeya meha êlûnê û ya salane ragihand. Sala malî ya Amerîkayê di 1 ê cotmehê de destpêdike û di 30 yê êlûna sala bê de diqede. Budçeya îsal tenê 125 mîlyar dolar deyndare lê sala borî budçe bi 83 mîlyar dolarî zêde mabû. Rêjeya ku li jorê behsa wê tekirin ku deyn 3.1 trîlyon dolare, deyn ji salan û virde tê û heya niha dewam dike. An ku deyn ne tenha yê dewra rêvebiriya Trump e.