image

PeyamaKurd- Di navbera Amerîka û Çînê de sibê peymana aborî tê îmzekirin. Çîn dê di nav 2 salan de ji Amerîkayê bi bihayê 80 mîlyar dolarî malên amadekirî (honandî) bikire. Li gor ragihandina Reutersê li gor peymana sibê ku dê bê îmzekirin, wê Çîn ji Amrîkayê bo seha enerjiyê, bi bihayê 50 mîlyar dolarî mal bikire û di nav du salan de wê di ser de 35 mîlyar dolarî malên din bikire.

Di asta yekem de wê Çîn di berhemên zîra’î de, di nav 2 salan de, bi 32 mîlyar dolarî an ku di nav yek salekî de, bi bihayê 16 mîlyar dolarî mal bikire. Di sala 2017an de Amerîka bi bihayê 24 mîlyar dolarî malên zîra’î firotibû Çînê.