image

PeyamaKurd – Di nava 4 mehên dawiyê de deynê kureyî yê dinyayê 15 trîlyon dolar zêde bû û bi temamî ji 272 trîlyon dolarî derbas bû. Rapora deynan ya dinyayê ji aliyê Enstîtuya Fînansê ya Navdewletî (IIF) de hat ragihandin. Li gor rapora “Monîtora Deyn ya Kureyî” di sê çaryeka dawî ya salê de deyn 15 trîlyon zêde bû û ji 272 trîlyon dolarî derbas kir.

Li gor raporê; di dawiya çaryeka sala 2020 an de, bi bandora xwedanahev ya aboriyan ya çaryeka sêyem de, temamê deyn gihaye % 364 ê hasila salane ya ne safî ya dinyayê.

Di rapora IIF de hat gortin ku dê deynê dinyayê yê kureyî di pandemiyê de wê deynên şîrket û xizmeta giştî bi zêdebûneka bi yek carî, heya dawiya salê bigihê 277 trîlyon dolarî ku ev jî dike %365 hasilata salane ya ne safî ya dinyayê.

Li gor rapora Enstîtuyê dema mirov li nisbeta tevahî ya Hasilata Ne safî ya salane dinêre; di sê çaryekên salê de deynê ku yê xelkê malê ne %49,2 (di sala 2019an de %47,1), deynên şîrketên ku ne fînansalin bilind bûye %79,6 (di sala 2019an de % 73,7) an. Di heman dewrê de deynê aîdê xebata giştî di asta %77,6, deynên banka û weka şîrketên finansal %65,6 çêbûye.

Deynê welatên ku di rêya pêşdeçûnê de ne ji 76 trîlyon dolarî derbas kiriye ku ew jî welatên weka Hindistan, Çîn, Afrîka Başûr, Brezilya û Tirkiye ne.

Di raporê de behsa deynê Amerîkayê dike û dibêje di sala 2019 an de deynê Amerîkayê 71 trîlyon dolar bûye û niha gihaye 80 trîlyon dolarî. Deynê herêma Euroyê 1,5 trîlyon dolar zêde bûye û gihaye 53 trîlyon dolarî.