
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li bajarê Soran malbatên xwedan pêdiviyên taybet
Serokê Komeleya Çavdêriya Xwedan Pêdiviyên Taybet li bajarê Soran û nûnerê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li wî bajarî, Nêçîrvan Ebdulwahîd got, ji ber berf û sermaya ku ev çend roj in bajarê Soran û Kurdistanê vegirtiye, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî biryar daye alîkariya kesên xwedan pêdiviyên taybet bike.
Nêçîrvan Ebdulwahîd her wiha got, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê du galon neft, xwarin û pêdiviyên tenduristiyê bi ser 125 malbatên xwedan pêdiviyên taybet de parve bike.