image

PeyamaKurd – Li gorî amarên Wezareta Bazirganiya Herêma Kurdistanê, qebareya bazirganiya navbera Kurdistan û Tirkiyê de, salane digihe 12 milyar dolaran ku ji ber koronayê ew rêyej niha daketiye 11 milyar dolaran.

Rêveberê Giştî yê Bazirganî li Wezareta Bazirganî ya Hikûmeta Kurdistanê Newzad Edhem, ji medya Kurdistanê re ragihandiye, niha qebareya bazirganî di navbera Hewlêr û Enqere de salane nêzîkî 12 milyar dolar e, lê di nîveka îsal de ji ber koronayê nêzîkî yek milyar dolar kêm kiriye, niha rojane nêzîkî 1300 barhilgir ji Tirkiyê tên Herêma Kurdistanê.

Hêjayî gotinê ye, qebareya bazirganî ya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de sala 2013an herî zêde bûye û gihîştiye 12 milyar dolaran.