image

PeyamaKurd – Kêmbûna nirxê lîreyê tirk li hemberî dolarê Amerîkî piştî rekora hefteya borî careke din bi firê ket û nirxa yek dolarekî bû 7.50 lîreyê Tirkiyê.

Bi vekirina bazarên borseya Tirkiyê re, îro dolar gihîşt 7.49 lîreyê Tirkiyê ku ev zêdebûn hîn jî berdewam dike.

Hefteya borî jî dolar li beramber pereyê Tirk li nirxa 7.37 TL sekinîbû ku piştî eşkerekirina reqemên enflasyona Tirkiyê car din dest bilindbûnê kir.