image

PeyamaKurd – Nirxa dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkiyê rekoreke din şikand û gihîşt nêzîkî 8 lîreyên tirk.

Kêmbûna nirxa lîreyê tirk li hember dolarê Amerîkî berdewam dike. Hefteya borî 1 dolarî 7,50 lîreyê tirk derbas kiribû, îro 8ê Cotmehê jî di bazarên diravan ên Tirkiyê de dolarek gihîşt nêzîkî 8 lîreyê tirk û li gorî rewşa dawî 1 dolar bi 7,94 lîreyên tirk tê firotin.

Bi dolar re nirxê euro jî li Tirkiyê zêde bû li niha yek euoreyek bi 9,31 lîreyê tirk tê firotin.

Banka Amerîkî JP Morganê rapor kiriye ku heger di hilbijartinên 3yê Mijdarê de Joe Bidenê ji Partiya Demokrat bibe serokê Amerîkayê wê li cîhanê bandoreke zêde li nirxê du diravên welatan bike ku ew jî Rubleya Rûsî û Lîreyê Tirk e.

Herwiha Tirkiye ev demek dirêj e nakokiyan bi welatên serdestên cîhanê re li ser mijarên Sûriye, Libya, Derya Spî û herî dawî jî destwerdana şerê Qerebaxê dijî û li aliyê din jî fişar û pêkûtiya li ser opozîsyona navxweyî digel binpêkirinên hiqûqa navdewletî berdewam dikin ku ev dibe sedema têkçûna aborîyê.