image

PeyamaKurd – Piştî zêdebûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê tirk di çend hefteyên dawî de, Banka Navendî ya Tirkiyê biryara zêdekirina faîzê wergirt, lê piştî wê biryarê dolar li hemberê lîreyê tirk rekoreke din şikan û gihîşt heta 7,80 lîreyê tirk.

Piştî biryara Banka Navendî ya Tirkiyê li bazaran dolar heta radeyekê daket lê piştî kurtedemekê rekor şikand û nirxê herî zêde li hember lîreyê tirk tomar kir.

Niha li bazarên Tirkiyê 1 dolar, 7 lîre û 50 qirûşê Tirkiyê dike ku ev 7 car û nîvan bi ser lîre ketiye.

Li aliyê din euor jî di xeta 9 lîreyên tirk de ye û grama zêr jî gihîştiye 464 lîreyê tirk.