image

PeyamaKurd - Serokê rêjîma Sûriyê Beşar Esed fermaneke qanûnî derbarî bikaranîna lîreyê Sûrî li seranserê welat derxist.

Esed biryar da ku kesên Lîreyê Sûrî li seranserê Sûriyê bi kar neyînin, wê bên cezakirin.

Li gorî fermana Esed, her çi kesê ku berovajî vê biryarê tevbigere, dê bi kêmanî 7 sal cezayên girtinê û pere lê were birîn.

Herwiha di fermanê de hatiye gotin ku Banka Sûrî ya Navendî dê pareyên ne Sûrî û madenên giran ên ku bêne bikaranîn jî desteser bike.

Nirxê dolarê Amerîkî li Sûriyê, li beramberî Lîreyê Sûrî gihîştiye hezar û 150 Lîreyan.