image

PeyamaKurd- Fabrîka BMC ê ya li Pınarbaşiya bajarê Îzmîrê, bi sedema 70 karkerên fabrîkê bi Kovid-19 ê ketin, navber da hilberîna xwe. Di fabrîkê de 3 hezar karker dixebitin. Serokê sendika karkeran ya Türk Metala a Îzmîrê Mürsel Öcal ragihand ku navberdayîna hilberînê bi sedema tedbîrên li dijî pandemiyê hatiye dayîn. Öcal weha got:

“Jimareka zelal nîne. Ji ber kesên ku di cara yekê de testên wan posîtîv dertên, di testa di peyde dibe negatîv derê. Yek karkerek jî li nexweşxanê nîne. Tev di mala xwe de di karantînayê de ne. Serê sibê rêvebirên fabrîkê civîn çêkirin. Em bi wan re axifîn. Dê fabrîke bo tedbîrê hefteyekî nexebite. Wê temamê testên karkeran bên kirin. Kesên testa wan ne posîtîv bin, wê fabrîke hefteyekî di şûnde dest bi wan re dest bi hilberînê bike.”