image

PeyamaKurd - Nirxê Lîreyê Tirkiyê (TL) her ku diçe li hemberî Dolar kêm dibe. Herî dawî dolarekî Amerîkî bû 7.0174 Lîreyê Tirkiyê (TL). 

Li Tirkiyeyê qeyrana aborî her ku diçe zêde dibe. Betalî, li gorî her sal zêdetir e, Bazirganî her ku diçe kêm dibe. Keda mirovan her ku diçe erzan dibe. Li aliyê din xizanî jî zêde dibe. Ji ber qeyrana aborî hêjmara kesên întîhar dikin jî zêde dibe.

Piştî vîrusa koronayê hat Tirkiye û li hemû bajarên Tirkiyeyê belav bû, qeyrana aborî bêtir kûr bû. Bi kûrbûna qeyranê re her diçe nirxê pereye Tirkiyê li hemberî dolar kêm dibe. Li gorî rewşa dawî dolarekî Amerîkî 7.0174 Tl û Euroyek jî bû 7.6775 TL.