image

PeyamaKurd- Wezîrê petrolê yê Îranê Bijen Namdar Zengene li ser mijara ku Amerîka dest daniye ser tankêrên ku petrola Îranê dibir Venezuelayê cara ewiliye diaxife:

“Amerîka dest daniye ser petrola Venezuelayê ne ya Îranê.”

Amerîka dest danîbû ser 4 tankêran lê di bazirganiya dinyayê de di navbera du dewletan de, bi 2 rêyan mal tên firotin. Rêya yekî ew e ku malê firotinê li welatê xwe teslîmê muşteriyê xwe dikî û mal ji welat derket, ti têkiliya te pê namîne û bihayê wî malî cudaye. Rêya dinê eger bazara navbera du aliyan ew be ku mal li welatê muşterî bê teslîmkirin, ew jî cuda ye û bihayê mal diguhire. Li gor ajansa Tasnimê wezîr Zengene di vê mijarê de weha gotiye:

“Amerîka gotibû ku dest daniye ser sewqiyata benzîna me. Sewqiyat ji Îranê hatibû kirin. Firotin li gor bihayê FOB (Free on the board) ê hat kirin. Tankêr û bar ne yên Îranê ne. Mal ji Îranê derketiye û firotan qediyaye.”

Di firotina şiklê FOB ê de, dema mal bar dibe, têkiliya dewleta an kesê wê dewletê ku mal difroşe bi mal namîne. Eger mal li welatê muşterî bê teslîmkirin û heya wê derê berpirsiyarî yê ku mal difroşe be, jê re dibêjin CIF.