image

PeyamaKurd- Di vê hefteyê de, li payîstexta Avûstûrya Viyanayê civîna welatên ku petrolê difroşin der (OPEC), dê çêbibe. Tê gotin ku di civînê de, wê Erebistana Si’ûdî û Rûsya daxwaz bikin ku firotina petrolê ya Venezuela û Iraqê zêde bikin. Lê Îran dibêje wê li hemberê vê daxwazê raweste û qebûl neke.

Temsîlkarê Îranê yê OPECê Husseyin Kazimpûr Erdebîlî roja yekşemê bi Bloombergê re hevpeyvîn kir û weha got:

“Wê 3 endamên OPECê li hember derên. Eger Erebistan û Rûsya bixwazin hilberînê zêde bikin, divê bi endamên din re bibin hemfikr. Ji ber ku du welat bi hevre tevbigerin, ev dibe binpêkirina peymanê.”

Wisa xuya dike ku di civînê de, wê niqaşên li ser zêdekirina hilberîna petrolê zêde bibin. Hilberîna Rûsya û Erebistanê di bin şiyanên wan de ne lê tevî ku yên Îran û Venezuelayê zêde ne jî, dixwazin yên wan zêdetir bibin.