image

PeyamaKurd - Parlementoya Îranê proje yasaya hikûmetê ya guhertina dirav û avêtina çar sifiran ji ser diravên Îranê pesend kir.

Hat ragihandin ku Parlementoya Îranê doh bi piraniya dengan proje yasaya avêtina çar sifiran ji ser diravê Îranê were avêtin û navê pereyan jî ji “riyal” bibe “tûmen” pesend kir.

Pêwîste ev qanûn ji aliyê desteya parastina qanûna esasî (şûrayê nigehban) ve were pesendkirin daku bikeve meriyetê.

Li gorî proje yasayê, êdî 10 hezar “riyal” dibe yek “tûmen” û her tûmenek jî 100 “qiran” e.

Li gorî pisporan ev sîstema nû herî kêm 2 salan û herî zêde 5 salan de dikare li Îranê were bicihanîn.

Li îranê ji ber ambargoyan û dorpêçên aborî nirxa diravên Îranî gelekî kêm bûye ku bi vê guhertinê re tê xwestin, nirxê pereyên Îranê were bihêzkirin.