image

PeyamaKurd - Serokê berê yê Desteya Destpakîyê ya Iraqê Rehîm Elîgelî got, gendeliya herî mezin li seranserê Iraqê di wezareta neftê de ye.

Rehîm Elîgêlî ji BasNewsê re daye xuyakirin, gendelî ji sedî 90 di cemserên dewleta Iraqê de heye û ji hemû aliyan ve gendelî hatiye kirin.

Rehîm Elîgêlî got, gendeliya herî mezin li Iraqê di wezareta neftê de heye, ji ber piraniya peymanên rêdayînê bo dîtin û berhemanîna neftê li wê wezaretê têne kirin û nehiştina wê gendeliya mezin jî pêwîstiya wê bi yek dewletbûnê ve dikare pêk bê.

Serokê berê yê Desteya Destpakiya Iraqê bal kişandiye ser gendeliyên mezin ên li Iraqê û diyar kiriye, gendeliya herî mezin derveyî wezareta neftê, di 4 sektorên din ên Iraqê de jî hene ku ew jî; 1- Peymana kirîna çekan a li wezareta berevaniyê, 2- Peymana kirîna xurekan bo wezareta bazirganiyê, 3- Peymana Elektrîkê li wezareta Elektrîkê, 4- Peymanên avê yên di wezareta çavkaniyên avê de.