image

PeyamaKurd - Hikûmeta Iraqê ragihand ku wan biryar daye vê mehê benzînê ji derve hawirde nekin.

Wezareta nefta Iraqê ragihand, di heyama qedexeya derketina derve de, ku ji ber belavbûna vîrusa koronayê hatibû ragihandin, Iraqê rojane 600 hezar bermîl neft diparzinî, benzîn û çend madeyên din jê derdixist û embar dikir.

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber wê jî benzîna Iraqê gelek e, loma wan biryar daye vê mehê benzînê ji derve hawirde nekin.