image

PeyamaKurd - Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) destnîşan kir ku ji sala 2013an heya û 2019an bi kêmanî 419 zarok mirin.

Li gorî rapora Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) heya mijdara 2019an di 11 mehan de herî kêm 60 zarokên karker di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan.

ISIGê destnîşan kir ku di nava salên 2013 û 2019an de bi kêmanî 419 zarok di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dan. 

Li gorî dane û raporên sendîka û meclîsên karkeran ên hatine amadekirin, li Tirkiyeyê di meha Mijdarê de 126 karker bûn qurbana kar. Di 11 mehên sala 2019an de 1606 karker bûn qurbana kar.