image

PeyamaKurd - Navenda Lêkolînan a Federasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger a Tirkiyê (DİSK) ragihand ku ji ber biryara hikûmetê ya qedexekirina çûn û hatinê heta niha 2 milyon û 235 hezar kes bêkar mane.

Navenda Lêkolînan a DİSKê ragihand, 1 milyon û 385 hezar karker di temenê bin 20 salî de ne, 850 hezar karker jî di temenê bi ser 65 salî de ne ku li Tirkiyê di nav vê hejmarê de 1.6 milyon karker mêr in û 637 karker jî jin in.

Federasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger da zanîn, 146 hezar karker jî di temenê 5 bo 14 salî de ne, ew jî ji ber vê biryara hikûmetê bêkar mane.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî pêşniyazên Desteya Zanistî ya Coronayê  3yê Nîsanê ligel bajarê Zonguldakê qedexeya çûn û hatinê li 30 bajarên mezin ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ragihand ku bajarên Wan, Mêrdîn, Diyarbekir, Meletî û Dîlokê jî werdigire nav xwe.

Hevdem ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê li Tirkiyê qedexeya derketina derve ji bo kesên temenê wan bi ser 65 saliyê û bin 20 saliyê de hatiye ragihandin.