image

PeyamaKurd - Kompanya CNBS a Çînê ku karê petrolê li Iraqê dike, ji ber rewşa aloz a Iraqê ya ji ber Îran û Amerîkayê rû daye, nêzî 20 karmendên xwe ji bîrên neftê yên Rojavayê Qurne-1 ya Besrayê vekişand.

Kompanya CNBS a Çînê, karmendên xwe ji yek ji bîrên neftê yên Rojavayê Qurne-1 vekişand ku ji aliyê Kompanya Exxon Mobîl a Amerîka ve tê rêvebirin.

Bîrên Rojavayê Qurne-1  yek ji qada herî mezin a Iraqê ye ku petrol lê tê derxistin û dikeve ser parêzgeha Besrayê û di sala 1973an de hilberîna neftê li wê herêmê destpê kiriye. Li wê herêmê rojane 300 hezar bermîl neft tê derxistin ku niha heta 700 hezar bermîlan zêde bûye.

Sedema vekişîna karmendan rewşa niha ya Iraqê ye.

Kompanya CNBS ya Çînê ragihand ku wê li du qadên din ên neftê yên Iraqê karê xwe berdewam bike. Li Rimêle nêzî 60 karmend û li kargeha Helfeye jî nêzî 100 karmendên wê hene.

Iraq li Rojhilata Navîn piştî Erebistana Siûdî di warê dewlemendiya neftê de welatê duyemîn e. Rojane nêzî 4 milyon û 600 hezar bermîl neft tê hilberandin.