image

PeyamaKurd - Korbenda Aborî ya Cîhanî ya Davosê îro li bajarokê Davosê yê Swîsê di demekê de dest pê dike, ku îsal 50 sal di ser damezrandina wê korbenda cîhanî re derbas dibe.

Korbenda Aborî ya Davosê îro Sêşemê 21ê Çileyê 2020an dest pê dike û heta 24ê vê mehê berdewam dibe. Birêveçûna vê korbenda aborî ya cîhanî hevdem e li gel bîranîna 50 salî ya damezrandina korbendê.

'Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam'

Di Korbenda Davosê de bi dirûşmeya “Ji bo Cîhaneke Yekgirtî û Pêşkevtî ya Berdewam” gotûbêj li ser mijarên cîhanî yên taybet bi aborî, siyaset, asayiş û seqamgîriyê bê kirin.

Li gor zanyariyan, zêdetirî 53 serok, serokwezîr û serkirdeyên welatên cîhanê û herwiha serokên 34 rêxistinên cîhanî wê beşdarî korbenda îsal a Davosê bikin.

'Nêçîrvan Barzanî li DAVOSê bi Trump, Guterres û Çavuşoglu re hevdîtinan dike'

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî jî di korbenda îsal a Davosê de beşdar dibe û di çarçoveya hevdîtinê xwe de, bi Serokê Amerîkayê Donald Trump û Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Gutteres re dicive.

Bi gotina Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Felah Mistefa, Nêçîrvan Barzanî dê li Davosê bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Ji Iraqê, Serokomar Berhem Salih beşdarî korbendê dibe û li gor nûçeyeke Reutersê, dê di çarçoveya korbendê de bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re hevdîtinekê bike.