image

PeyamaKurd - Rêxistina Welatên Petrolê Difiroşin Derve (OPEC) li ser rojane kêmkirina rojane 9.7 milyon bermîlên petrolê li hev kir.

Du berpirsên rêxistina OPECê ji Reutersê re ragihandin ku rêkeftin îro hatiye kirin û li gor rêkeftinê dê berhemanîna petrolê rojane bi rêjeya 9.7 milyon bermîlan bê kêmkirin.

Herdu berpirsan diyar kiriye ku rêkeftina OPEC Plus a ji bo kêmkirina berhemanîna petrolê ji bo du mehên Gulan û Hezîranê ye.

Armanca OPEC Plus ji kêmkirina berhemanîna petrolê bilindkirina nirxê petrolê ye.

OPEC Plusê ev biryar piştî qeyrana ku bi belavbûna vîrusa koronayê li cîhanê rû daye, wergirt ku tê xwestin nirxa petrolê di astekê de bimîne.