image

PeyamaKurd - Wezareta Plandanînê, bi tohmeta kêmterxemî û pabendnebûna bi rênûmayiyan û herwiha gendelî û sextekariya di belgeyan de, 90 kompaniyên peymankar xistin lîsteya reş ku 7 ji wan kompaniyên biyanî ne.

Li gorî amarên Rêveberiya Giştî ya Tomarkirina Kompaniyan, heta dawiya meha Îlona îsal, hejmara kompaniyên hatine tomarkirin li Herêma Kurdistanê gihiştiye 30 hezar û 99 kompaniyan ku ji van 26 hezar û 777 kompaniyên xwemalî û 3 hezar û 322 kompaniyên biyanî ne. Ji wan 3 hezar û 260 kompaniyên peymankar in ku ji aliyê Wezareta Plandanînê ve li gor kategoriya wan hatine tomarkirin.

Lîsteya Reş, lîsteke taybet bi navên wan kompaniyên peymankar ku gendelî, kêmterxemî û binpêkarî li mercên cîbicîkirina projeyên hikûmetê de dikin, piştî aşkerekirina ji aliyê wezaret, parêzgarî û îdareyên navçeyan ve, dosyayan arasteyî Wezareta Plandanînê dike û piştî lêkolînan jî ew kompanî li lîsta reş tên zêdekirin.

Ji ber van şert û mercan kompanî dikevin lîsteya reş de: Karkirina li gel kompaniyên biyanî ku Kurdistanê rêya karkinê pê nedaye, bertîldan bi fermanberên dewletê, sextekariya di belgenameya de, bexşîna zanyariyên nerast, binpêkirina mercên belênderayetî, pabendnebûn bi edeba pîşe, peyrewkirina rikaberiya ne durist, xweveşartin û pabendnebûna bi naveroka girêbestê û girêbestkirina li gel belênderê asta duyem bi awayekî bê rizamendî.