image

PeyamaKurd-Li gor ragihandina Rêxistina Îstatîstîkê ya Rûsya Federal, li seranserê Rûsyayê hilberîna berhemên sanayiye di meha temmûzê de, li gor sala borî salane % 8 daket.

Li gor hilberîna sala borî ya di navbera meha 1 ê heya meha temmûzê, hilberîn salane % 4.2 daket. Bi sedema pandemiya Kovid-19 ê û daketina eşyayan ya di asta dinyayê de, aboriya Rûsyayê, di çar yeka îsal de %8.5 biçûk bûbû.

Li gor texmînên banka navendî ya Rûsyayê, aboriya Rûsyayê sala borî %1,3 mezin bûbû lê îsal wê texmînen li dora %4.5 û 5.5 biçûk bibe.