image

PeyamaKurd- Li Tirkiyê hukumetê qanûnekî derxistibû ku biyaniyekî bi miqdarê 1 mîlyon dolarî xanî bikire û 3 sal di destê xwe de bihêle wê bibe hemwelatiyê Tirkiyê. Lê paşî vê miqdarê daxistibûn 250 hezar dolarî.

Li gor rêjeya firotina xaniyan niha Iraq di serê lîsteyê de ye û di 2 salên dawiyê de kirîna xaniyan %105 zêde bûye. Di sala 2017an de biyanî 22 hezar û 234 xanî kirine lê ev rêje, di sala 2019an de gihaye 45 hezar û 483 xaniyan. Xuyaye ku piştî hukumetê vî qanûnî derxistiye jimara biyaniyên ku xanî kirîne zêde bûye. Biyanî di 7 salên dawiyê de 180 hezar xanî kirîne.

Di nav kesên biyanî de yên herî zêde xanî kirîne Iraqîne û di pey wan de Erebistana Si’ûdî û Îran tê. Rûsya, Kuweyt, Afxanistan, Almanya, Brîtanya, Azerbeycan û Urdun li pey wan tên. Di nav bajaran de herî zêde li Îstenbolê û Antalya xanî hatine kirîn.