image

PeyamaKurd – Ji ber helwesta deshilatiya Tirkiyê ya şer û aloziyan li Sûriye, Libya û Derya Spî ev demek e li Tirkiyê qeyraneke aborî ya kûr peyda bûye.

Deshilatdariya Tirkiyê jî ji bo hebûna qeyranê ji gel veşêrê, wekî ku aborî pêşve çûye nîşan dide lê her diçe hejarî di nav civakê de zêde dibe û ti hewldanek jî ji bo wê nayê kirin.

Di çend hefteyên dawî de, dolar li hember lîreyê tirk bi rêjeyeke zêde bilind bûbû û gihîştibû nêzîkî 7.50 lîreyê tirk.

Îro 14ê Îlonê Euro jî bi firê ket û li hember lîreyê tirk nirxa xwe gihand 8,90 Tlyî ku ev di çend salên dawî de rekorek e.

Dolar hefteya borî piştî ku derketibû asta reqorê ya bi 7,4983 TLyî car din daketibû 7,41 Tlyî, lê nayê zanîn bê dê bilindbûna dolar û euro heta çi radeyê dewam bike.