image

PeyamaKurd- Zînzîreya marketan ya parakende ya Îngîlîz Marks & Spencer, bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê ku karê wan zêde daxistiye, ragihand ku dê di nava 3 mehan de 7 hezar karkerên xwe ji kar derbixe. Niha li dora 40 hezar karmend di şîrketê de dixebitin.

Şîrket, di ragihandina xwe de got ku miqdarê firotina wan di bin yê sala 2019 an de ye. Firotana wan piranî di ser înternetê de ye. Maxazayên wan di 15 ê hezîranê de car din vebûn, li gor sala borî li gor heman wextê dema qiyas kirin % 47.9 kêm bûye.

Li gor rêjeyên şîrketê; di nav 13 hefteyên borî de hatina şîrketê % 38.5 kêm bûye. Lê tevî her awayê, ji serê salê heya niha li dora 1.9 mîlyon kesî muşteriyên nû qezenc kiriye.