image

PeyamaKurd- Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin, bi sedema Kovid-19 ê ya pandemiyê îro dest bi xebata paketa teşwîqê dikin û di nava paketa teşwîqê de zarok, peydekirina kar û aşiya Kovid-19 ê hene. Paket ji 1 trîlyon dolarî destpêdike.

Mnuchin, ragihandina xwe piştî civîna ku serokê Amerîkayê Donald Trump bi endamên kongreyê yên partiya xwe Komarî re çêkir, ragihand. Wezîr ragihand ku 2 hefteye li ser paketê xebatên xwe dikin û dê paketa teşwîqê bandorekî zêde bike. Mnuchin weha got:

“Weka min got li navenda mijarê zarok, peydakirina kar û aşi hene. Em ê baş bawer bibin ku heya dawiya salê bibin xwediyê aşiyê. Me serok û cîgirê serok ji mijarê agahdar kir û tesdîq kirin. Em ê temamê Komariya agahdar bikin û di peyde bi Demokratan re bicivin.”

Her weha di nava paketê de bo ji nûh de karmend karibin dagerin ser karên xwe, wê kargeh û dezgeyan teşwîq bikin û nisbeta bacê daxînin. Di nav teşwîqê de bo dibistanan jî teşwîq hene.