image

PeyamKurd – Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê  di 5 salên dawiyê de bi sedema jêbirînan û rewşa xirab a aboriyê hejmara kesên ku malnişîn bûne û lê hêj dixebitin 40 ji sedî zêde bûye.

Li gorî daneyên fermî, hejmara karkerên malnişîn ku hêj dixebitin li gorî sala par 40 ji sedî zêde bû û gihişt 94 hezar û 579 kesan.

Nîvê malnişînan di karekî din de dixebitin

Parlementer Partiya Komariya Gel (CHP) yê Enqerê Murat Emîr amaje dike ku 12 milyon malnişîn hene û nîvê wan bi awayekî neqeydkirî dixebitin.

Parlementerê CHPê Emîr, ji Wezirê Malbat, Kar û Xizmetguzariyên Civakî ya Tirkiyê Zehra Zumrut Selçuk xwest ku amaran derbarê vê mijarê de eşkere bike.

Rêje her diçe zêdetir dibe

Li gorî amarên ku Wezî Selçuk dide, di sala 2015an de 55 hezar 731 kes, di sala 2016an de 61 hezar û 677 kes, di saal 2017an de 64 hezar û 160 kes û di sala 208an de jî 67 hezar û 202 kes tevî ku malnişînin jî dixebitin.