image

PeyamaKurd- Bi sedema Kovid-19 ê zerara ku îsal digihê aqara tûrîzma Îngiltereyê li dora 22 mîlyar Sterliniye. Li gor ragihandina Konseya Seyahat û Tûrîzmê ya Dinyayê (WTTC); bi sedema pandemiyê tûrîstên ku li welat pere xercdikin, %78 kêm bûye. Vê reqemê di tevahiyê de, tê vateya ku 22 mîlyar Sterlin di aqara tûzrîzmê de kêm dibe. Kêmbûna aqara ev çend pere, tê vateya ku li Îngîltere 3 mîlyon xebatkarên ku di tûrzîmê de dixebitin bê kar bimînin an karên hinek ji wan ji dest here.

Encama aqara tûrîzmê, Îngîltereyê xistiye nava endîşeyê. Tûrîzm di nava aboriya Îngîltere de ya bi miqdarê 145,9 mîlyar Sterlînî de xwediyê %7.2 ye. Di sektora tûrîzmê de, di ser 3 mîlyonan de karker dixebitin. Kesên ku seredana Îngîltereyê dikin, salê li dora 29.8 mîlyar Sterlînî pere xerc dikin.