image

PeyamaKurd – Bi zêdebûna hejmara mirî û tûşbûyên vîrusa korona Covid-19 re bihayê petrolê jî daketa nirxa xwe ya herî kêm a 17 salên dawî.

Li gorî ragihandina AFPê piştî borsa daketin û di dawiya vê hefteyê de aloziya koronavîrusê zêde berbelav bû, îro li bazarên Asyayê bihayê petrolê zêde daket.

Bihayê petrola xav li rojavayê Texas a Amerîka bi rêjeya ji sedî 5,3 daket ku bihayê bermîlekê 20 dolar e.

Li Deryaya Çakur jî bihayê bermîleke petrola Brent ji sedî 6,5 daket ku ji 2003yan ve cara yekemîn e, daket 23 dolaran.

Daketina nirxê petrolê bi zêdebûna hejmara qurbaniyên koronavîrusê re hat wê satê ku ji 30 hezarî zêdetir mirin û piraniya wan ji Spanya û Îtalyayê ne, ligel vê yekê hejmara kesên li Amerîka bi vîrusê ketine jî zêde bûye.

Li Amerîkayê hejmara kesên bi vîrusê ketine gihîşt 140 hezarî û hejmara qurbaniyan jî zêdetirî 2 hezar û 400 kes e.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heke hikumet têkildarî pêşîlêgirtina belavbûna vîrusê tedbîran negirin, dê zêdetirî 2 milyon kes bibin qurbanî, ji ber vê yekê sînordarkirina hejmara qurbaniyan di navbera 100 heta 200 hezar kesan de be, normal e.