image

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryara doprêçên ku heya niha danîbûn ser welatên Rojava, wextê wan dorpêçan heya roja 31.12.2021 an dirêj kir.

Di biryarê de Amerîka û hinek welatên Awrûpayê hene ku li ser mijara Ûkraynayê û Kirimê dropêçan danîbûn ser Rûsyayê û Rûsya li hemberê dorpêçên wan, hinek dorpêçan danîbû ser heman welatan.

Yekîtiya Awrûpayê di meha êlûnê de biryarê dabû ku li ser mijara Ûkraynayê di hinek sektoran de dorpêçên ser Rûsyayê 6 meh dirêj bike.

Rûsya li hemberê wan dorpêçan biryara dorpêçên aborî di sala 2014an de dabû ku di nav wan welatan de 28 welatên endamên YA yê hebûn.