image

PeyamaKurd- CEO yê Google yê ku bi eslê xwe Hindistaniye û navê wî Sundar Pichai ye, dema behsa salaneya (maaş) wî têkirin, gelek kes matmayî dimîne û dibêjin çawa ew çend pere distîne. Maaşê Pichai salane 2 mîlyon dolar e. Çapemeniya Amerîkayê dibêje ku ev maaş, maaşê rûte û CEO dikare bi performansa (xebata xwe) xwe maaşê xwe bike 50 an 60 qatî. Ku ev reqem jî dikare bibe 100 an 120 mîlyon dolar.

Bihayê Google an ku yê Alphabetê bi hesabê vê mehê di ser 900 mîlyar dolarî de ye. Bi vê miqdarê Google di nav 5 şîrketên herî mezin yê dinyayê de ye. CEO yê wê Sundar Pichai bi xebata xwe an ku bi performansa xwe dikare salane 90 mîlyon dolar para xwe ya performansê weka hisse bistîne.