image

PeyamaKurd – Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Diyarbekirê (DTSO) daye xuyakirin, li gorî tespîta wan karkerên Diyarbekirê yên li cem esnafan kar dikirin û niha dikanên wan ji ber pandemiya koronayê hatine girtin, ji bo kar diçin Herêma Kurdistanê.

Serokê DTSOyê Mehmet Kaya, bi sedema pandemiyê û girtina kargehan û kûrbûna krîza aborî li Diyarbekirê, bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku ji bo derbasî jiyana asayî bibin û barê krîza aborî were sivikirin bilez tedbîran bistînin.

Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser ku karkerên Diyarbekirê ji bo bixebitin û bikarin debara xwe ya jiyanê bikin, dest bi çûyîna bajarên Hewlêr û Duhokê yên Herêma Kurdistanê kirine.