image

PeyamaKurd – Li gorî rapora dezgeha alîkariyê ya Brîtanî Oxfamê ku beriya Forûma Aborî ya Davosê eşkere kiriye, li seranserê dinyayê serwetê 2 hezar û 153 dewlemendên cîhanê ji serjimariya 60%ê dinyayê zêdetir e.

Di raporê de hatiye ragihandin ku serwetê 2 hezar 153 zengînên dinyayê ji 4,6 milyar mirovên hejar ên dinyayê zêdetir bûye û ev jî tê wateya 60%ê serjimariya tevahiya dinyayê.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku di deh salên dawiyê de hejmara milyarderên dinyayê du caran zêde bûye û dewlemendiya wan gihîştiye zêdetirê 60%ê hejmara mirovan.

Rapor herwiha balê dikişîne ser kedxwarî û mercên giran ên xebatê ku bi pereyên kêm mirov li seranser dinyayê têne xebitandin.

Hêjayî gotinê ye, serwetê herî dewlemendê dinyayê damezrînerê Amazonê Jeff Bezos 116.4 milyar dolar e,  di rêza duyem de jî karsazê Fransî Bernard Arnault heye ku serwetê wî jî 116 milyar dolar e.