image

PeyamaKurd - Pasajên kelûpel cur bi cur li Rihayê gihiştin asta daxistinê. Serokê Komeleya Pasaja Japon, Mehmet Toprak diyar kir ku ji ber şewbê peywendiya wan bi welatên rojhilata dûr re hatiye birîn û got: “Heke wisa dewam bike di demên pêş de em ê neçar bimînin ku pasajê bi temamî bigirin.” 

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Koronayê bandora xwe li padajên Rihayê jî dike û ji ber şewbê hatien asta girtinê. Kelûpelên li van pasajan tên firotin Çîn jî di nav de ji gelek welatên Rojhilata dûr tînin û li gelek bajarên Tirkiyê tên belavkirin. Li van kargehên pasajan ku kelûpelên wek kozmetîk, elektronîk, pêlîstok û tiştên xemlê tên firotin li ber girtinê ne. Vîrûsa koronayê bandorek mezin a neyînî li ser karê esnafan dike. 

Serokê Komeleya Pasaja Japon û yek ji esnafên pasajê, Mehmet Toprak, derbarê rewşa dawî ya karî û bandora koronayê li ser karî axivî û diyar kir ku piştî 4 salên krîza aborî niha jî vê şewbê karê wan bi temamî dide sekinandin. Toprak da zanîn ku li Rihayê 6 pasajên mezin hene û wiha got:

“Li van dikanan nêzî 6 hezar dikan hene. Ev pasaj gelek tên zanîn û bi nav û deng in. Pasaja Japon pireke di navbera Tirkiyê û welatên dûr de. Me ji Çînê gelek alav dianîn û difirotin Tirkiyê. Lê niha ji ber şewbê karê me sekînî ye. Jixwe di çar salên dawî de ji ber krîza aborî piyaseya me ne baş bû. Bi taybetî bihabûna dolaran û şerê li Sûriyê piyasa me têk bir. Karê me kêm bûbû niha koronayê jî li karê me xist bi temamî rawestand. Pasaj mirin e. Heke wisa berdeam bike di demên pêş de em ê ji neçarî pasajê bi temamî bigirin.”